Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada şehîdên vê dawiyê yên jîngeha Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bi bilind ragirtin

16:47 - 2 Tebax 2025

Rêkxirava parastina Jîngeh a “Milekewe” li bajarê Pêncwênê, rêûresmek bo bilindragirtin a yada Şehîdên Jîngeha Kurdistanê li Awiyer a Sinê, lidar xistin û bi dirûşma “şehîdên jîngeh û jiyanê” û “Pêncwên bo Şehîdên li (Awiyer)ê nigeran û hevxeme” lidar xistin.

Li vê rêûresma bilindragirtina yada şehîdên parastina jîngeha Kurdistanê de helbestek taybet bi şehîdên jîngeha Kurdistanê ji aliyê mamosta Bextiyar ve hate xwendin û piştre peyama hevxemiya vê rêkxiravê ji aliyê mamosta Rêbwar ê berpirsê vê rikxiravê ve û piştre ji aliyê Şêx Omer endamê vê rêkxiravê ve hate pêşkêşkirin û hate ragihndin ku ev şehîdên hemû mirovahiyê ne.

Herwisa ji aliyê vê rêkxiravê ve hêviya zûbaşbûna jîngehparêzên birîndarbûyî kirin.