Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Mafê Mirovî ya Îranê li derheq zêdebûna tepeserkirin li Îranê raporek belav kir

11:08 - 13 Tebax 2025

Navenda Mafê Mirovî ya Îranê(CHRI) li roja 21ê Gelawêjê, raporeke hûr li derheq zêdebûna tepeserkirinên xoseraneyên rêjîmê li bajarên biçûk ên Îranê belav kir û pêka vê raporê, ji 23ê heyva Cozerdanê heta 19ê Gelawêjê, li deverên kêmîneyên netewî û olî li bajarên biçûk de zêdetir ji 58 kes hatine binçavkirin.

Pêka vê raporê, çalakvanên medenî û çandî, malbatên şehîdan, parêzer û bi taybet kêmîneyên netewî û olî, rastî binçavkirinên xoserane, bêparbûn ji dermanan li girtêgehan de, îşkencekirin û bidarvekirinê hatine.

Li vê raporê de îşare bi bidarvekirina 6 girtiyan hatiye kirin ku 3 ji wan Kurd bûne û herwisa îşare bi 11 girtiyên siyasî jî hatiye kirin ku li warê yasayî û hiqûqî de mafê wan bi micidî hatiye binpêkirin û sizaya bidarvekirinê bi ser 8 girtiyan de jî hatiye sepandin ku pitir Kurd û Ereb in.