
Roja Sêşemî 21ê Gelawêjê, li parêzgeha Elborzê de li demjimêrên şevê, li çiyayên devera “Sawicbulax û Heştgird”ê de teqînek gelek mezin li binkeyeke spaha pasdaran a terorîst de qewimî ku piştî agirpêketin û çendîn teqînên lipeyhev ên mezin li vê binkeyê de li pey xwe anîne û pêka raporên belavbûyî, ew teqîn bi qasekî bi hêz bûne ku çendîn kîlometran dûrtir jî agirê wan teqînan hatiye dîtin.
Herwisa hatiye ragihandin ku piştî wan teqînên mezin bêserûberiyek gelek zêde ya hêzên rêjîmê li deverê hatiye dîtin û pêla teqîn û herwisa hêza wan teqînan, pencereyên malên derdor şikandine û dîwarên hinek malan jî qelişîne.
Pêka raporên belavbûyî teqîn li enbareke mezin a spaha pasdaran de qewimiye lê ti amarek ji kuştî an birîndaran belav nebûye.