Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

çalakiyên berfireh ên teblîxî li 80emîn salvegera avakirin a Hizba Dêmokrat berdewam in

12:17 - 13 Tebax 2025

Endamên têkoşer û alîgirên biwêr û xwedîşiyanên Hizba Dêmokrat çalakiyên berfireh li devedevê 25ê Gelawêjê de bi rê ve dibin ku beşek ji wan çalakiyan ev in:

li bajarê Mihabadê de li taxên “Eshabe, Meydançî û Daşamecid”ê de wêne û traktên taybet bi 25ê Gelawêjê hatine belavkirin û alaya pîroza Kurdistanê li rêya Mihabad-Serdeştê li nêzî pompa bênzîn a Guykçederê û Derawa Siyaqolê hate bilindkirin û li gundên “Qulesen û qelaya Qulesen, Azad, Boze û Sincaq”ê çalakiyên berfureh bi rê ve çon.

Li bajarê Dîwanderê de li rêya Eliyawê-Kelekan, rêya Dîwandere-Seqiz, rêya devera Çilçeme-Birayîmawa û herwisa li wêzgeha gaz a “Kanî Çermû”, çalakî bi rê ve çon.

Li bajarê Pîranşarê li Şînawê, taxên Sûtawa, derdora Mizgevta Cami`ê û derdora Sebtê Ehwal, Konexanê, şeqama Sahilî, pişta xendingeha Muteherî û derdora mizgevta Hicret, çalakî bi rê ve çon.

Li bajarê Bokanê de jî keçên şoreşvan, alaya Kurdistanê bilind kirin û tevî hilkirina agir, peyama pîrozbahiyê şandin û li gundê Saroqamîşê agir hate hilkirin û alaya pîroza Kurdistanê hate bilindkirin û li gundî Goygceliyê çalakiyên teblîxî hatine lidarxistin û alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin û gora şehîdên Kurdistanê li gundê Qarincê bi alaya pîroza Kurdistanê hate xemilandin.

Li bajarê Dêwulanê jî dirûşmên Hizbî hatine nivîsandin û logoya Hizba Dêmokrat hate bilindkirin.

Li bajarê Banê li gundê Bilesenê de çalakiyên berfireh bi rê ve çon.

Têkoşerên Dêmokrat tevî pîrozbahîkirin û lidarxistina wan çalakiyan, amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî li her rewşekê de ragihandin.