
Kongreya Neteweyên Îrana Federal daxuyaniyek belavkir û liderheq metirsiya "dûbarbûna dîktatoriyê" li Îranê, huşdarî da û ragihand ku ceribandina dîroka sedsalên dawî ji malbata Pehlewî heta desthilatdariya Komara Îslamî, tevî cudahîyên li rû û hêmayên wan de heman naverok hebûn ku ew jî navendgeraîyek tevav e, înkara nasnameya netewan û çandî, tepeserkirina azadiyan û talankirina darayioyên neteweyên bidûrragirtî bûye.
Di vê daxuyaniyê de Komara Îslamî ya Îranê jî wekî domderê sîstema dîktatoriya Paşayetî binavkirin ku vê hikûmetê li ser bingeha îdeolojiyeke olî tepeserkirina serdema Pehlewî parastiye û xurtir kiriye, û herwisa bi rêya darvekirin, terorkirina dijberên xwe û tepeserkirina xwînavî ya xwenîşander û neraziyan, welat xistiye nav qeyranên kûr ên civakî, aborî û jîngehî.
Kongreya Neteweyên Îrana Federal bi tundî tevgerên siyasî yên wek Seltenetxwazan û reformxwazên rêjîma Îranê bi wê yekê tawanbar kirin ku dixwazin heman modela navendî û otorîter bi rûyekî "destkird" li ser gelên Îranê ji nû ve bisepînin.
Kongreya Neteweyên îrana Federal pêşeroja Îranê ne bo vegerîna Seltenetxwazan "bi dîrokê re hiştiye” û ne jî wekî berdewamiya zordariya Olî dibîne. Belkî, ew tenê rêya pêşerojê ji bo Îranê avakirina "komareke federal a demokratîk" dibîne ku li ser bingeha veqetandina Ol ji dewletê, mafên wekhev ji bo neteweyan, mafê diyarkirina çarenûsê, azadiyên siyasî û çandî ava dibe, û bang li gelên Îranê, jin, ciwan, mamoste û kedkaran kiriye ku li seranserê welêt bibin yek da ku "dîwarên kevn ên zordariyê" hilweşînin.