
Roja 21ê Gelawêjê, bi hilkefta 80emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat, semînarek ji aliyê Navenda Perwerde ya Hizbê ve bo rêzdar “Mihemednezîf Qadirî”, endamê Desteya Kargêriya Hizba Dêmokrat, li yek ji binkeyên Hizba Dêmokrat de bi rê ve ço.
Semînar bi amadebûna endamên rêberî, kadir, pêşmerge û endamên Hizba Dêmokrat bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdan dest pêkir, piştre rêzdar Mihemednezîf Qadirî tevî pîrozbahiya vê roja dîrokî, îşare bi Komeleya “J.K” kir ku piştî 3 sal xebat û tekoşîna vê, Hizba Dêmokrat a Kurdistanaê bi rêberatiya “Pêşewa Qazî Mihemed” hate avakirin.
“Mihemednezîf Qadirî” li axaftinên xwe de îşare bi destkevtên Hizba Dêmokrat ên wek avakerê Komara Kurdistanê, afirandina hêmayên netewî wek, “Pêşmerge, Alaya Kurdistan û Sirûda Ey Reqîb” kir û got: Ev destkevt piştre bûn bi remzên netewî û niha li her 4 aliyên Kurdistanê wek pîroziyên Kurd têne mêzekirin.
Navbirî li dawiya axaftinên xwe de tekezî li ser hevxebatiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, xebata medenî li navxwe û hevxebatî digel pêkahateyên li Rojhilatê Kurdistanê, hevxebatî digel azadîxwaz û encumenên siyasî yên navxwe kir, û herwisa ragihand ku Hizb li asta navnetewî de jî tevî aliyên siyasî yên Kurd, hewlê bide ku bikarin li navendên biryardana navnetewî de, bandor hebin.