Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Xalid Ezîzî cîvînek digel nûnerên Hizb û aliyê siyasî yên Norwêjê lidar xist

11:43 - 14 Tebax 2025

Roja 18ê Gelawêjê, li kêleka rêûresma yada 80 saleya avakirin a Hizba Dêmokrat li welatê Norwêjê, ji aliyê rêzdar Dr. “Kuwêstan Gadanî” berpirsa Navenda Birêveberiya Hizbê li Derveyî welat, civîneke dostane bo rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat, digel nûnerên Hizb û rêkxiravên Norwêjê lidar xist ku li rêûresma 25ê Gelawêjê de beşdar bibibûn.

Li destpêkê de rêzdar “Kuwêstan Gadanî” spasî li wan heyetan kir ku bi pêşkêşkirina peyam û destiyên Gulan li rêûresmê de beşdar bibûn.

Rêzdar “Xalid Ezîzî” li axaftinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku her guherînek li Îranê de biqewime, karlêkeriya rasterast bi ser pirsa Kurd dike, lewma hewce ye ku hêzên Kurdî bi hevgirtin û yekgotariyê li ser pêwajoya bûyeran de xwedî bandor bin, bi taybet ku li Kurdistana Îranê de xebateke berfireh a nefermaniyê heye û yekgirtina her 2 aliyên Hizba Dêmokrat wek mînakekê bo hizb û rêkxisravên din bas kir.

Rêzdar “Xalid Ezîzî” tevî îşarekirin bi endambûna Hizba Dêmokrat li Rêkxirava Înternasyonala Sosyalîst de ragihand, hemî carê rêjîma Îranê bi armanca jinavbirinavê Hizbê dest bo teror, mûşekbaran, girtin û bidarvekirina endamên vê Hizbê biriye, lê di cehda xwe de serkevtî nebûye û Hizba Dêmokrat her maye û pîlanên rêjîmê pûç kirine .