Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada 80 saliya avakirina Hizba Dêmokrat li Norwêjê bi rê ve ço

11:46 - 14 Tebax 2025

Roja Şemî 18ê Gelawêjê ji aliyê Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Norwêjê de bi beşdariya Rêzdar Xalid Ezîzî, berdevkê Hizba Dêmokrat û nûnerên dehan hizbên Norwêjî, Kurdistanî û Îranî û beşke berçav ji endam û alîgir û dostên Hizba Dêmokrat yada 80 saliya avakirin a Hizba Dêmokrat bi bilind hate ragirtin.

Li destpêka rêûtresmê de pêşkêşkarên merasimê “Şino Mêhrperwer û Gelawêj Mêhfer”, bixêrhatinkirin li beşdarbûyan kirin.

Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin li şehîdan dest pêkir û rêzdar “Ebas Namî”, berpirsê Komîteya Hizbê li Norwêjê peyama bixêrhatinkirina komîtê pêşkêş kir.

Piştre rêzdar “Xalid Ezîzî” peyameke taybet bi vê roja dîrokî pêşkêş kir û îşare bi rola Pêşewa Qazî mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî li pêşxistina vê hizbê de kir û herwisa basek li derheq rol û erk û karên Hizba Dêmokrat li rewşa niha de kir.

Li beşek din a merasimê de peyamên hêz û aliyên siyasî hatne pêşkêşkirin ku evin:

Partiya Demokrat a Kurdistanê,

Partiya Demokrat a Kurdistana Bakûr,

Partiya Azadiya Kurdistanê-Rojhilat,

Rêkxirava Xebat a Şêreşgera Kurdistanê,

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê,

Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê,

Partiya Serbestî ya Kurdistanê,

Partiya Vekhevî ya Demokrata Sûriyê.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK

Herwisa peyamên çendîn part û alî û kesayetiyên bîhanî jî hatne pêşkêşkirin