
Endamên têkoşer û aligirên biwêr ên Hizba Dêmokrat li devedevê 25ê Gelawêjê, li 80 saliya avakirina Hizba Dêmokrat de çalakiyên berfireh ên banghêjî bi rê ve dibin û yada vê roja dîrokî ya Kurdistanê bi bilind radigrin û bi belavkirina wêne trakt û posterên taybet bi 25ê Gelawêjê, amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî û niştimanî radigihînin.
Li berdewamiya wan çalakiyan de li bajarê Mihabadê de li taxa Mizgevta Seidî ya wî bajarî û li ser rêya Qetarê û herwisa li gundên “Avan û Axasûr, Befrewan û Qulesen”ê de bi awayekî berfireh çalakiyên teblîxî bi rê ve çon û li devera Çemî Mecîdxan li çiyayê “Qijaxlû”yê de alayeke gelek mezin a Kurdistanê hate bilindkirin.
Li parêzgeha Luristanê de jî ciwanên şoreşvan peyama pirozbahiyê bi vê hilkeftê belav kirin.
Li bajarê Merîwanê de li devera “Komasî” çalakiyên berfireh bi rê ve çon.
Li bajarê Sinê de jî amadekarî bo vê roja dîrokî hatine kirin û tarkt û posterên taybet hatine amadekirin.
Li bajarê Urmiyê de jî li devera Mirgewer de li gundê Dizê, dîwarên wî gundî bi dirûşmên Hizbî û taybet bi 25ê Gelawêjê, hatine xemilandin.
Li bajarê Bokanê de jî li ser rêya “Pîrwelî baxî” û “Sirîlawa”yê alaya pîroz a Kurdistanê hate bilindkirin.