
Dehan kes ji xwediyên kamiyonên hawirdekirî careke din li ber deriyê wezareta “Pîşe, kangeh û ticaret” a rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûn û nerizayetiya xwe li ragirtina kamiyonên wan li gumrîkan û bersivnedana berpirsan, dane xuya.
Xwediyên kamiyonan ragihandine ku zêdetir ji 2 sal berî niha ve, kamiyonên wan ên hawirdekirî li gumrikan de hatine ragirtin û tevî ku ti pirsgirêkek yasayî û îdarî bo kirîn û hawirdekirina wan kamiyonan nebûye, rêjîmê kamiyonên wan li gumrîkan de ragirtine û hejmarek ji wan birine û dest bi ser de girtine.
Ew kombûn ji 30ê Pûşperê ve çendîn caran hatine lidarxistin û li roja Şemî 10ê Gelawêjê jî bi rê ve çoye û heta niha jî ti berpirsekî pêywendîdar ê rêjîmê, bersiva xwediyên kamiyonan nedaye.