
Deq peyamê wiha ye:
JI BO PDKÎ - KOMÎTA ALMANYA
Hevalên qedirbilind,
Xwişk û birayên tekoşer,
Kader û endam û dilsozên Partiya karwanên şehîdan,
Em bi navê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), cejna we, tekoşîn û berxwedana we ya 80 salî ji kûrahiya dil ve pîroz dikin.
Hevalên hêja,
PDKÎ di dîroka Kurdistanê de xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye: Ew di bin serokatiya Pêşewa Qazî Muhammed û hevalên wî de avakarê Komara Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendiyê, PDKÎ û serokê wê yê pêşeng ji bo hemû beşên Kurd û Kurdistanê, heta roja îro wekî ronahiya çirayekê şewq dane û bûne çavkaniya moral, şeref û kerametê.
Hevalên tekoşer,
Îro partiya we û tekoşîna we ya bi rûmet gihîştiye qonaxa 80 saliya xwe. Di van 80 salên buhurî de, zilm û zordariya rejîma şahên gor bi gor, qetlîam, teror, wêrankirin, koçberî, zindankirin û sêdarekirina keç û lawên Kurdan ji aliyê rejîma kevneperest a axundan tijî ye.
Lê belê ev dîrok, li hember van hemû kiryarên nemirovane, bi mêrxasî, fedakarî, berxwedan û karwanên şehîdan jî dagirtî ye. Di nav van karwanan de, sê serokên hêja yên PDKÎ, Pêşewa Qazî Muhammed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî, di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe kirin qurbana gel û niştiman.
Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), li hember tekoşîna we ya 80 salî û karwanên şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, fedakarî, qehremanî û berxwedana we pîroz û silav dikin.
Rejîma kevneperest û sêdare îro ji her demê zêdetir di nav gemarê de ye. Gelên Îranê ji her demê zêdetir ji rejîma terorîst dûr ketine. Rejîma gopal dest di qada navneteweyî de ji her demê zêdetir îzole ye û bê rûmet e. Gel di nav birçîtî, kasibî û xizanîyê de ye.
Kû wa bû, guman nîne ku ev rejîma har û hov roj bi roj ber bi rûxandinê ve diçe. Gelê me yê Rojhelat divê bizane ku azadî nêzîk e, serkeftina we ji her demê nêzîktir e, û qehremanî, fedakarî û berxwedana 80 salî wê serbikeve.
Careke din, 80 saliya PDKÎ pîroz be!
Bijî PDKÎ!
Jin, Jiyan, Azadî!
16.08.2025
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)