
Roja Înê 24ê Gelawêja 1404 a Rojî, bi armanca rêzgirtin ji nav û yada şehîdên jîngehparêz ên bajarê Sinê, rêpîwanek bo ser çiyayê Awiyerê rêk xistin.
Rêkxistinkerê vê rêpîvanê ragihandibû ku demjimêr 4ê sibêdehê li meydana gaza Sinê heta çiyayê Awiyerê, rêpîvanek tê rêkxistinkirin û bi danîna destiyên gulan li cihê şehîdbûna wan şehîdên ax û niştiman, rêz li nav û yada şehîdên jîngehparêz digrin.
Hejmareke berçav ji hogirên jîngeh û emegnasê Kurdistanê, beşdarî li vê rêpêvanê de kirin û bi pêka wan girtevîdyoyên gihîştî bi Oda Nûçeyan a Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat, beşdarbûyan bi dirûşmdanên curbicur, yada şehîdên jîngehê bilind ragirtin.
Roja Pêncşemî 2ê Gelawêja 1404 a Rojî, agirek berfireh kevtibû çiyayê Awiyer ê Sinê û hejmareke berçav ji xelkê xwebexş û çalakvanên jîngehparêz bi armanca temirandina agir rû bi çiyayê Awiyerê ve çon.
Guherîna aliyê ba li dema temirandina agir de bû sedema vê yekê ku hejmarek ji jîngehparêzan mane nav agir de û tûşî şewitina gelek micid bûn.
Roja Înê 3ê Gelawêjê, Hemîd Muradî, çalakvanê jîngehparêz û berpirsê Encumena Şiney Nojîn a Kurdistanê bi sedema dijwariya birînan li nexweşxaneya Kewser a bajarê Sinê, canê xwe ji dest da û li hemen rojê de bi beşdariya heşîmeteke zêde ji xelkê û bi dirûşma “Şehîd Namirin û dagîrkerê Îranî, tu qatilê kurê me yî” li goristana Biheşta Mihemedî de bi axê hate spartin.
Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî ku li roja 2ê Gelawêjê ve li beşa “ICU” ya nexweşxaneya Kewserê de hatibû razandin, li rojên piştre de bi sedema kûrahiya şewitînê, canê xwe pêşkêşî niştimana xwe kir.
Rêûresma bi axspartina Xebat Emînî li goristana Biheşta Mihemedî ya bajarê Sinê û rêûresma bi axspartina Çiyako Yûsifînijad hevdem digel roja jidayîkbûna wî li goristana Hesenawa û bi beşdariya heşîmeteke zêde ji xelkê bi rê ve ço.
Gihê gotinê ye ku Navenda Teşkîlat a Nihênî ya Hizba Dêmokrat li daxiyaniyekê de ragihand ku Şehîd Çiyakê Yûsifînijad, endamê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bûye.