Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên berfiren ên bi hilkefta 25ê Gelawêjê berdewam in

16:58 - 16 Tebax 2025

Li 80 saliya avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de endamên têkoşer û alîgirên biwêr û xwedîşiyan ên Hizba Dêmokrat çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve dibin û tevî lidarxistina wan çalakiyan, amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî û niştimanî radigehînin.

Beşek ji wan çalakiyan ev in:

Li bajarê Bokanê, li devera Pîrmihmed, de çalakiyên berfireh bi rê ve çon û li gundên “Hemamiyan, Baxçe û Mizgevta gundê Alîken”ê logoya Hizba Dêmokrat û alaya Kurdistanê hatine bilindkirin û li bintara çiyayê Terexê de endamên têkoşer peyama pîrozbahîkirina 25ê Gelawêjê şandin û li Bilwara Kemerbendî, şeqama Kûyê Bêhdarî, taxa Elîabad, ser kanala av û derdora bêhdaştê Guzera Aşê Salim, Guzera tenişt talara Mujgan, Zanîngeha Nûr, Bulwara Azadigan û taxa Mecbûrawa ya wî bajarê, çalakî bi rê ve çon û serdana gora Şehêdan li gundên, Qeremîsalî û Xwesabad û Talawê hatine kirin û tevî xemilandina gora wan bi alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat soza berdewamkirina doza wan hate dan.

Li bajarê Mihabadê û herwisa “talawa Berazan û gundê Qeregul a Çemê Mecîdxan, alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hate bilindkirin û li kolana “Heremeniyan, şeqama Fîdayî Pişt Tepe, rêya Mihabad-Miyandavê, Şeqama 18 Metrî ya Pişt Tepe, Şeqama Xizzade,Baxê Sîse, Parka Binemale û şeqama Qazî, şehreka Karmendan, û kolana Baxê Şayêgan de bi awayê befireh porster û tarktên Hizbê yên taybet bi 25ê Gelawêjê hatine belavkirin û li gundên “Dêmensûr, Gewcawa, Majikî, Gir Şîlan, Kawlan, SiwênasGirê Hacê Hesen, gundê Hacî Hesen û derdorê, Xêrawa û rêya li navbera Hacîhesen û Dêmenesûrê” çalakî hatine lidarxistin û li Qelaya Mihala Şazde logoya Hizba Dêmokrat hate bilindkirin û li gudê Qereşlaxê gora Şehîdên Kurdistana ê bi alaya pîroz a Kurdistanê hate xemilandin û soza berdewamkirina doza wan hate dan.

Li bajarê Pîranşarê li taxên Zerketen, Pira Şêlimcaran û şeqama Bazarçê û mizgevta gundê Zengiyawê, logoya Hizba Dêmokart û logoya Hizba Dêmkrat hatine bilindkirin û li gundên “Gesgesk, Zengiyawê, Girdikşane, Şinozeng, Kêlê û Kundirê”, çalakî hatine lidarxistin û li “Kêle Sîpan”ê tevî çalakiyên berfireh alaya pîroz a Kurdistanê hate bilindkirin û li devera Lacanê amadekarî bo belavkirin û bilindkirina alaya Kurdistanê hatine kirin.

Herwisa li bajarê Şinoyê li gundên “Mîrawê, Şêxan, Dirû û Kîselawa, Sîngan, Şawanê û Girkaşan”ê, çalakiyên berfireh bi rê ve çon û li xwendingeha Gulistan a gundê Şînawê, alaya Kurdistanê hate bilindkirin.

Li bajarê Merîwanê jî li gundê “Gulçêr”ê çalakî bi rê ve çon.

Li bajarê Seqizê jî li gundên “Şêx Çopan û herwisa gundê Ayçî, Masiyera Şêx, Masiyera kon, Mewlanawa û Wesmawa”yê çalakî hatine lidarxistin û têkoşerên Dêmokrat peyamek bo pîrozbahiya 25ê Gelawêjê şandin.

Li bajarê Dîwanderê jî li Berpileya Saralî yê logoya Hizba Dêmokrat hate bilindkirin.

Li Kuçkereşa bajarê Sinê jî agirê 25ê Gelawêjê hate hilkirin û li nav bajar de çalakî hatine lidarxistin.

Li bajarê Urmiyê jî li dewera Mirgewr li gundên Xurasp û Bawanê çalakî hatine lidarxistin û beşek ji dîwarên wan gundan bi dirûşmên taybet bi 25ê Gelawêjê, hatine xemilandin û herwisa rêrewên doza Hizba Dêmokrat serdana bînaya mala Dr. Qasimlo kirin.

Li bajarê Kamêranê jî li gundê Derewenê çalakî bi rê ve çone.