
Ebas Êraqçî, wezîrê derve yê rêjîmê li derheq 408 kîlo Uraniyoma meyandî de îdia kiriye ku: “min hay ji 408 kîlo Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 nîne û ez nizanim ka ev Uraniyom maye an ne û li dema bombebaranê de li cihê bombebarankirî de bûye.
Herwisa navbirî ku îdia kiriye: “min ti zanyariyeke serast li vê derheqê de nîne, lê ya ez dizanîn ev li wan cihan de bûn ku hatine bombebarankirin”.
Ev îdiaya wezîrê derve yê rêjîmê li halekê de ye ku Ebas Êraqçî bixwe berpirsê danûstandinên navkî ye û haydarnebûna wî ji vê mijarê, cihê pêkenînê ye.
Ya xuya ev e ku rêjîma Îranê dest ji çewtekariyên xwe û hewldan bo berhemanîna çeka navkî bernade.