
“Eşref Rîfî”, Parlemntarê Lubnanî ku pêştir Wezîrê dad ê Lubnanê bûye, ragihand ku balyozxaneya rêjîma Îranê li Lubnanê, navenda birêveberî ya kiryarên terorîstî ye û divê ev navenda terorîzmê bê daxistin.
Navbirî ku yek ji kesayetiyên siyasî yên berçav li Lubnanê ye, li berteka gefên Hizbullahê li derheq hewlên çekkirina wan milîsên ser bi rêjîma Îranê û herwisa axaftinên berpirsên rêjîma Îranê, daxwaza qutkirina pêwendiyên dîplomatîk li navbera Lubnan û rêjîma Îranê kiriye.
Navbirî bi serokê Hizbullahê yê bi navê Neîm Qasim ku gefa şer digel dewleta Lubnanê xwaribû hûşdarî da û got: “Ez Huşdariyê didme te ku li hember bijardeyek bê hilsengandin dê nirxa vê jî bidî, hekî em neçar bi berevanî li xwe bin em dê şeqaman de li hember te bisekinin û me şiyana vê yekê jî heye.