Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya yê, îdiaya rêjîmê li bernameya navkî de bi çewtekarî binav kir

10:31 - 3 Tebax 2025

“Dêywîd Lemî” Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê roja 10ê Gelawêjê, li hevpeyvîn digel rojnameya “Gardiyen” de îdiaya rêjîma Îranê li derheq zanistîbûna armancên meyanmdina Uraniyomê, red kir û bi çewt binav kir.

Navbirî bi rohnî ragihand: rêberên rêjîma Îranê heta niha nekarîne bo min vê yekê rohn bikin û min çendîn caran digel wan danûstandin kiriye ku çi hewcehiyek bi meyandina Uraniyoma heta tîratiya %60 hene”?.

Navbirî ev yeka jî got ku li zanîngehên me de jî Uraniyoma meyandî bi armancên zanîstî têne bikaranîn lê asta tîratiya wan kêmtir ji %6 ye”.

Tevî ku rêjîma Îranê îdia dike bernameya meyandin Uraniyom a bi tîratiya %60 armjancên aşitîxwazane hene, lê welatên xwedîhêz û Şêwreya Ewlehî ya Saziya Neyewên Yekgirtî û herwisa lêkolerên navkî, bi tekezî ragihandine ku ev bernameya navkî ya rêjîmê, bilî armancên serbazî nikare ti armancek din hebe.