Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berqê jiyana rojaneya xelkê rastî pirsgirêkên mezin kiriye

11:47 - 21 Tebax 2025

Bi sedema qutûna lipeyhev û demdirêj a berqê, tevê xisarên malî bi xelkê bi taybet, pîşe û beşa ticarî û heta firotingehan, alavên berqî yên xelkê jî dişevitin û ji nav diçin û xelkê bi rêya belavkirina girte vidyoyan an kombûnên nerizayetî û herwisa dana dirûşman li dijî tevawiyeta rêjîmê, nerizayetiya xwe didin xuya.

Pêka dawî raporên belavbûyî, roja derbasbûyî, li demjirên şevê de li bajarên wek Têhranê, dirûşmên li dijî tevawiyeta rêjîmê hatine dan û li bajarên wek Kirmaşan, Erak, Îslamşehr û çendîn bajarên din, xelkê bi awayekî berçav nerizayetiya xwe dane xuya û heta li çendîn bajaran de, xelkê li rûberûyê îdareya berqê, kombûnên nerizayetiyê lidar xistine.