Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Alman de rêûresmeke bi şan bi hilkefta 25ê Gelawêjê bi rê ve ço

11:49 - 21 Tebax 2025

Roja 25ê Gelawêjê, bi hevkariya Komîteyên Hizba Dêmokrat li welatên “Alman, Firanse, Swîs û Holend”ê, rêûresmeke bi şan bi beşdariya nûner û şandên dehan Hizb û rêkxiravên Kurdistanî û Îranî û bîhanî, endam û alîgir û herwisa dost û hogirên Hizba Dêmokrat li bajarê “Koln”ê de hate birêvebirin.

Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey reqeb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehêdên Kurdistanê dest pêkir.

Rêzdar “Sultan Gulawî”, berpirsê Komîteya Hizbê li Alamn, bixêrhatinkirin li beşdarbûyan kir û piştre rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat gotarek taybet bi 25ê Gelawêjê, pêşkêş kir.

Peyama komîteya Hevkariyên siyasî yên Kurdistanî li Alman ji aliyê rêzdar Hisam Ehmedî ve hate pêşkêşkirin.

Peyama hevpar a rêkxiravên “Jinan, Ciwanan û Xwendekara” ji aliyê xatûn “Çîmen Barammirza” ve hate pêşkêşkirin.

dehan hizb û rêkxirav û NGO yên Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistan û Belûçistanê li vê rêûresmê de beşadr bûne.

Rêûresm bi pêşkêşkirina helbestan ji aliyê rêzdaran “Hesen Law, Rehman Heyderî, Anîta Farabî Hesen Derzî” û herwisa hunermendî û stangotina rêzdaran “Hesen Derzî, Reşîd Feyznijad, Areş Xerîb, Selah Rehguzer, Sîrwan Rehmanî” û hevkariya rêzdaran “Soran Rehmanî û Sako” ê Jenyar bi dawî hat.

Ev merasim bi govend û dîlana beşdarbûyî yan bi dawî hat.