Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dest ji çi cure binpêkirina hemû sînorên exlaqî û mirovî naparêze

11:51 - 21 Tebax 2025

Bajarvaniya bajarê Têhranê li kiryareke nemirovane û dûr ji hemû binyatên Exlaqî, beşa 41 a goristana “Bihiştê Zehra” ya bajarê Têhranê ku cihê binaxkirin hezaran kes ji bidarvekiriyan ên dijberê rêjîmê li dehka 60 an a Rojî ve ye, xirab kiriye û parkînga maşînan li ser ava kiriye û dar tê de çandine.

Rêjîma Îranê bi wan kiryarên hovane hewlê dide ku kiryarên xwe yên hovane li kuştina xelkê bi awayek perdepoş bike û şûnwarên wan cinayetên xwe li ber çavên xelkê nehêle.

Herwisa rêjîma Îranê bi şikandina kêla ser gora wan bidarvekiriyan dixwaze bi awayekê wan ji bîra xelkê bibe û pêka raporên belavbûyî li wan bidarvekirinan de zêdetir ji 100 bidarvekirî, zarok bûne.

Rêjîma mirovkuje komara Îslamî ku li çendîn qonaxan de komkujiya girtiyan û neyarên xwe kiriye, termê piraniya wan li gorên bikom de binax kirine, lê dîsan jî ev cihên han bo malbatên qurbaniyan gora ezîzên wan e û diçin serdan dikin û deste gulan li ser wan gorên bikom dadinên, bo mînak cihekî naskirî wek goristana Xaweran. Niha rêjîm bi armanca jibîrbirina bîrewerî û şûnwarê wan qurbaniyan, heta cihê wan gorên bi kom jî jinav dibe.