Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbazên Îsraîlî, kontrolkirina devera bakûrê Xezê dest pê kirin

11:53 - 21 Tebax 2025

Pêka biryara Îsraîl, Artêşa wî welatî, kontrolkirina devera Xezê dest pê kiriye û pêka gotina “Êfî Dêfrîn” ê berdevkê Artêşa îsraîl, ew operasiyon li roja Çarşemî 29ê Gelawêjî dest pê kiriye û biryare Xezê I temamî bikeve jêr kontrola Artêça Îsraîl û li destpêkê de deverên derdora bajarê Xezê ji aliyê Artêşa Îsreaîlê ve hatine kintrolkirin.

Herwisa wî berdevkê Artêşa Îsraîl ragihand ku Artêşa Îsraîl, hewlê dide korîdoreke ewleh bo veguhastina xelkê medenî ji wan deveran dabîn bike, herwisa karnasan jî hûşdarî dane ku kontrolkirina Xezê dê rewşa kesên medenî dijwartir bike lê Artêşa Îsraîl ragihandiye ku dixwaze bi wan operasiyonan alîkariyên hewce yên mirovî bo xelkê medenî garantî bike.

Milîsên Hemasê, dest bi ser beşeke zêde ya wan alîkariyan de girtine û xelk jê bêpar dibin.

Artêşa Îsraîl dixwaze 60 hezar ji hêza xwe ya paşkevtkirî banghêj bike ku li wan operasiyonan de beşdar bin, herwisa kontrola tevav a Xezê û veguhastina nêzî 2 milyon û 300 hezar kes ji xelkê Xezê bo devera başûrî, ji aliyê dewleta Îsraîlê ve hatiye erêkirin.