
Mihemed Îslamî yê berpirsê Saziya Wizeya Navkî ya rêjîmê gotiye ku lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi derfetnameya ofîsa şêwreya bilind a ewlehiya millî serdana Îranê kirin û piştî çavdêrî li ser proseya guherîna şewata wêzegeha navkî ya Bûşêhrê, ji Îranê derketin.
Pêka dawî raporên belavbûyî, rêjîma Îranê jibilî wizegeha navkî ya Bûşêhrê, îzn û derfeta serdan û lêkolîn li navendên din ên navkî nedaye lêkolerên Ajansa Navnetewî ya wizeya navkî.
Li vê derheqê de “Rafaêl Girûssî” serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ragihandiye ku ji hevkarînekirina rêjîma Îranê digel lêkolerên vê ajansê nerazî ye.