Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li Îranê de ji 109 hezarî Tumenî jî derbas bû

12:44 - 2 Îlon 2025

Pêka dawî amarên belavbûyî, nirxa Dolar li roja Sêşemî 10ê Xermananê, gihîşte 109 hezar û 180 tûmenî û nirxa EURO ji 127 hezar Tumenî derbas bûye û Pondê Ingilîs jî gihîştiye 143 hezar û 510 Tumenî.

Qutbûna berqê û av ji aliyek û bilindbûna nirxa hewcehiyên xelkê ji aliyê din, jiyana dijwar a xelkê Îranê dijwartir kiriye.

Piştî evê ku basê çalakbûna mikanîsma maşê ji aliyê Ewropa ve kevte ber gengeşê û Alman û Firanse û Birîtaniya ev yêk birne Şêwra Ewlehiya Newevên Yêkbûyî, nirxa dirafê Îranê gelek bi lez daket û bandorekî giran dana ser bazarê, nirxa xwarinan çend qat zêde bûye û nirxa hewcehiyên din ên wek veguhastin û alavên pîşeyî jî bi sedema bilindbûna nirxa Dolar gelek zêdetir bûne.

Rêjîma Îranê li vê rewşê de li pey ti rêkar û rêçareyekê nîne û ti hewlekê bo kêmkirina nirxên hewcehiyan nade.