Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Êkwadorê bi fermî spaha pasdaran bi terorîst nas kir

16:53 - 18 Îlon 2025

Bi fermana Daniyêl Nobowa, Serkomarê welatê Êkwadorê bi wajokirina fermana cîbicîkirina jimare 218 ya wî welatî, bi fermî spaha pasdaran a terorîst û Hizbullah û Hemas li lîstê rêkxiravên terorîstî yên tawankar li lîstê rêkxistinên terorîstî ên wî welatî de tomar kir.

Serkomarê Êkwadorê li vê derheqê de bi rohnî ragihand ku ew girûpên terorîstî, bi awayê rasterast li ser ewlehiya xelkê wî welatî û desthilat û aramiya cîhanê û Êkwadorê bûne gef.

Herwisa Daniyên Nobowa, ferman daye“CNI” anku Navenda Zanyariyên Netewî ya Êkwadorê hewceye ku bi ser amadebûn, taqimbendî û lêkolînên bo ser bandora wan taqimên terorîstî li deverê de , çavdêriyê bike.

Ev pêngava erênî ya Serkomarê Êkwadorê, derbeke giran bi pîlan û bernameyên reş ên terorîstiyên rêjîma Îranê li devera Amerîkaya Latîn xistiye.