
Pêka dawî raporên belavbûyî rêjîma îranê li heyama 4 rojan de 9 girtiyên Belûç li girtîgehên xwe de bidar vekirine û pêka çavkaniyên Belûçan li halekê de %5 a heşîmeta Îranê li xwe digre, zêdetirin pişka bidarvekirinan heye û pêka belgeyên rêkxiravên mafê mirovî, piraniya welatiyên Belûç ku têne bidarvekirin bê pêregihîştina dadperwerane bi dosyeyên wan û îtirafkirinên li jêr îşkenceyan û bêparbûn ji mafê hebûna parêzer têne bidarvekirin.
Kempêyna Çlakvanên Belûç, navê wan 9 bidarvekiriyan wiha belav kiriye: “Amir Perekî û Elyas Şîrozade” li girtîgeha rêjîmê li bajarê zahidanê, “Emîrhusên Himmetî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Cîroftê, “Ebdulsemed Salarzêhî û Ebdulhemîd Berahûyî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê, “Riza Saranî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kaşmerê, “Perwîz Yûsifzêhî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gunabadê, “Nedîm Eşrefzade û Ebdulqadir Sergulzayî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hatine bidarvekirin.