Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Belûçistanê de 4 piledarên rêjîmê hatine kuştin

21:29 - 18 Îlon 2025

Li 26ê Sermaweza 1404 a Rojî de fermandehekî xwecihê yê îtilaata spaha pasdaran a terorîst yê bi navê “Riza Azerkîş” ku carekê ji êrîşeke çekdarî rizgar bibû,  ji aliyê çekdarên nenaskirî ve kefte ber desrêjiya regbara gulleyan û hate kuştin û pêka raporên belavbûyî ew terorîstê rêjîmê xelkê devera Çahçemala bajarê Îranşehrê bûye û her li wir de keftiye ber êrîşê.

Herwisa li vê rojê de fermandeyê hêza tepeserker a întizamî ya rêjîmê li bajarê Sîb û Soran yê bi navê “Îbrahîm Fezîletî” ku pileya serhengtemamî hebûye, digel 2 piledarên din ên tepeserkar ên bi navê “Yûnis Seyad Erbabî” ku pileya Ustuwar yekemî hebûye û herwisa “Îbrahîm Pîrî” ku her 2 parêzvanê wî bûne, ji aliyê hêzên Ceyşuledil ve hatine kuştin.

Hêzên “Ceyşuledil” bi belavkirina daxuyaniyekê kuştina wan hêzên hov ên rêjîmê kêşaye stuyê xwe.