Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilveşandin û sekinandina dorpêçên bo ser rêjîma Îranê li Şêwraya Ewlehî de hate redkirin

11:00 - 20 Îlon 2025

Roja Înê 28ê Xermananê, gelaleya hilveşandina dorpêçên bo ser rêjîma Îranê ya mikanîsma maşê bi 4 dengên “Erê”, 9 dengên “Ne” û 2 dengên bêalî, li Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî de hate redkirin bi wî awayî, ev dorpêç dê bi ser rêjîma Îranê de bêne cêbicîkirin.

Nûnerê Birîtaniya li vê civînê de tekezî kiriye ku çalakkirina mikanîzma maşê ji aliyê troîkaya Ewropayê, bi tevavî yasayî ye, û rêjîma Îranê sozên xwe yên navkî, binpê kirine.

Nûnerê Firansê jî li vê civînê de tevî îşarekirin bi zêdebûna rêjeya Oranoniyama meyandî ya komara îslamiya Îranê, daxwaza berdewamkirina çalakkirina mikanîsma maşê kir û tekezî kir ku Îranê heta niha ti hevkariyek rohn digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî nekiriye.

Gelaleya pêşniyar bona hilveşandina dorpêçên ser rêjîma Îranê, ji aliyê Koreya başûr ve hatibû kirin ku bi wî awayî, hate redkirin.