
Rêja Pêncşemî 27ê Xermanan a 1404 a Rojî, li gundê “Sîngan”ê ser bi bajarê Şinoyê, nûgihanekî temen 17 salî yê bi navê “Zanyar Şadîxa”, kurê “Hemîd” û herwisa civanekî din ê bi navê “Muhsin Dehar” temen 24 salî kurê Silêman, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin.
Gorî rapor û zaniyariyan, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane êrîş kirine ser mala wan 2 welatiyan û ev binaçv kirine.
Herwisa roja Çarşemî 26ê Xermananê jî, 2 nûgihanên temen 16 salî yên bi navê “Diyar Gergul û Alan Tabnak” bi hemen şêwazê hatibûne girtin û vê pêkê rêjeya nûgihan û ciwanên binçavkirî li çend rojên derbasbûyî li bajarê Şinoyê, gihîşte 4 kesan ku heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan nexuya ye.