
Komek ji mamostayên Olî û kesayetiyên Oliye Rojhilatê Kurdistanê, li derheq hikm û sizayên ku rêjîmê bi ser Mamosta Luqman Emînî de sepandî, bi belavkirina peyamekê nerizayetiya xwe dane xuyakirin.
Di peyama wan mamosta û kesayetiyên Olî de hatiye: Mamosta Luqman Emînî mamostayekî xweşnav ê Olî ye ku bi helwêstên bicih û bivêriye xwe li dema qewmîna bûyeran de, hertim pişta xelkê bûye û cehda çêkirina yêkitî û hevdiliyê di nava gel de bûye, levma cihê xwe di nava dilê xelkê Kurdistanê de cih girtiye.
Bi tohmetekî nerewa û nerohn, goya bêrêzî bi Îslamê kiriye, ji aliyê dadigeha taybet a Rûhaniyetê li Tehranê, sizayê 3 sal û heyvek girtinê û bêparkirina heta hetayî ji kincê mamostayetiyê bi ser de hatiye sepandin.
Ger tawana mamosta Luqman piştewanî ji xelkê, malbatên Şehîdan, bê dengnebûn li hember bêdadiyê be, renge hemî kes û mamostayekî xoştewiyê xelkê sûçdar be.
Em daxwazê dikin ku ev hikm û sizaya neheqî bi ser Mamosta Luqman Emînî de bête hilweşandin.