
Sibêdeha roja înê 28ê Xermanana 1404an a rojî, 9 mîn Kongireya Yêkitiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê, li jêr silogana “ Ciwanên Derwest” dest bi karên xwe kir û piştî rojekê ji karê berdewam dawî bi karên xwe anî.
Di despêkê de Kongire bi sirûda Netewiya “ Ey Reqîb” ûbîstek bêdengî bo rêzgirtin li rihê paqij yên tev şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê destpê kir.
Piştire peyama despêka Kongirê ji aliyê rêzdar “ Rehman Selîmî” Sekretêrê berê yê Yêkitiya Ciwanan ve hate xwendin.
Herwisa peyama Desteya Kargêrî a Hizbê ji aliyê rêzdar “ Mistefa Mewlûdî “ Cihgirê Sikirtêrê giştî ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve pêşkeş bi beşdarbûyên Kongireyê hate kirin û tevî hêvîxwestin û serkeftin bo Kongireya 9 mîn a Ciwanan, behs liser rola girîn a Ciwanan di nav civatê û piştevaniya desteya Kargêrî û rêberiya Hizbê li rêkxirava Ciwanan wekî rêkxiravekî çalak û tejî hêz dubare kir.
Deste gulek ji aliyê desteya Kargêrî a hizbê ji aliyê rêzdar “ Kawe Behramî “ Endamê Desteya Kargêrî û berpirsê Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve bi nûneratî li endamên kongireya Yeketiya Ciwanan, pêşkeş bi rêzdar “ Pêşewa Elîpûr” sikirtêrê berê vê rêkxiravê hate kirin.
Di beşek din de rêzdar “ Simaîl Şerefî” Berpirsê Rêkxiravên medenî yên Rojhilatê Kurdistanê tevî pêşkeşkirina deste gula pîrozbahî bi kongirê, peyamek rû li beşdarbûyên kongirê pêşkeş kir.
Pêşewa Elîpûr Sekretêrê berê ê rêkxiravê û endamê rêberî yê hizba Demokrat, peyama xwe pêşkeş kir û behsek li rewşa Ciwanan li Rojhilat, asta Yeketiya Ciwanan li kor û komên navnetewî, rewşa neasayî ya kongirê, rewşa Ciwanan li navxweyî welat û civatgehê de kir û tekezî liser berdewam bûn li xebata Ciwanan bo bidestxistina mafê Ciwanan û mafê netewî kir.
beşek din a karê kongirê hatibû terxankirin bo nîşandana dîkomêntariyek dîrokî bo nîşandana dîroka Ciwanan ku ji aliyê beşa ragehandina rêkxirava Yeketiya Ciwanan ve hatibû amadekirin.
Di beşek din de peyamên berçav yên rêkxirav, û kesayetiyên Kurdistanî, deverî û Navnetewî ku bi mebesta pîrozbahî li Kongireya 9 an a Ciwanan hate parvekin.
Herwisa peyama Yeketiya navnetewî a Ciwanên Întêrnasyonala Sosyalîst bo berşdarbûyên Kogirê hate xwendin.
Piştre wergirtina dengê “ Rewayî” bi kongirê, 9 mîn Kongireya Ciwanan dest bi karê xwe kir.
Piştî berhevdan û behis kirin û pêşniyar, rexne, têbînî û rayên cuda, biryarname û bername û peyrewa navxweyî a Yeketiya Ciwanan hate pesenind kirin.
Di beşa dawiyê a karê kongirê li pêvajoya hilbijardinek azad, nihênî û Demokratîk de bi serperestiya Navenda Hilbijartina hizbê ve, birêveberiya eslî û cêhgir hatine hilbijartin.
Herwisa birêveberiya nû a Yeketiya Ciwanan hilbijardeya 9 mîn kongireya li yekemn civîna xwe de, bi piraniya dengan “ Bêhzad Qadirî “ wekî sekretêrê Yeketiya Ciwanan hilbijartin.