Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kasibkarekî xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate kuşt

10:45 - 21 Îlon 2025

Pêka raporên belavbûyî, li roja Şemî 29ê Xermananê “Çiya(Xidir) Ehmednijad”, kasibkarê temen 42 salî yê xelkê bajarê Pîranşarê li encama teqeya rastetast a hêzên çekdare rêjîma Îranê de hate kuştin û wan hêzên hov piştî kuştina wî welatiyê Kurd, termê wî bi cî hiştine ku piştî çendîn demjimêran ji aliyê xelkê deverê ve hatiye peydakirin.

Pêka wan raporan, hêzên hov ên rêjîmê bi şika hebûna tiştîn qaçax li pey wî kasibkarî kevtine û li nêzî gundê Zêwiye de li mewdaya nêzîk ve teqe li navbirî kirine û 3 gulleyên şer bi wî kasibkar kevtine û hatiye kuştin.

Navbirî ku bavê 3 zarokan e, li dema kuştinê de ti alav an tiştek qaçax nebûye û piştî peydakirina termî wî, li hemen rojê de li demjimêrên piştî nîvro, bi axê hatiye spartin.