Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Desteya Kargêrî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bo kongira 9 an a Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê

10:54 - 22 Îlon 2025

Endam û beşdarên kongiyeya 9 ê a Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê!

Em bi navê Desteya Kargêrî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê pîrozbahiya lidarxistina kongira we dikin û hivîdarin kongireya we bikare gorekî pilan û bernama ku hatî amadekirin, erkên xwe bi serkeftiyane cîbicî bike.

Erkekî pîroz û resaletekî dîrokî li ser milê we ye û hûn dikarin bi xistina serhev a hêz û şiyana mezin a Ciwanan û rêkxistina wan di Yêkitiya xwe de, li avakirina pêşerojê a nîştimanê me de we rolê berçav hebe. 

Kongira 9 an Yêkitiya Ciwanan di dem û rewşekî hestiyar û çarenivîssaz de bi rê ve diçe. Ji aliyekê guhertnên deverê û bitaybet piştî êrîşa 7 ê Oktobrê a Hemasê bo ser axa Îsraîl û pêvebûna milîsên girêdayî bi Komara Îslamî, rewşekî nû hate pêş ku tê de rêjîm rastî komek pirskirêkên mezin hat, û ji aliyekî dinê jî pêywendiyên rêjîma komara îslamî digel civatgeha navnetewî, li derheq cehda wê bona bidestxistina Bomba Etomî, roj bi rojê zêdetir aloz bû û ev rêjîma li hevkêşên navnetewî de pitir terîk û tenê ma.

Hevdem şerê 12 rojeye Îran û Îsraîl û hatine kuştina hejmarekî zêde ji fermande û berpirsên pile bilind ên Sipaha Pastaran, perde li ser lewazî û bê hêziya rêjîmê li hember gefên derekî hilda û diruşmên heybeta direvîn a rêjîmê pûç kirin ku çendîn sal e cehd dikir ku li navxwe û derve de bide cihkirin.

Li navxweye welat û pêywendîdar bi xelkê, pirskirêkên desthilatdariyê û xizmetguzarî û rewşa xirap a abûrî û civakî, hevdem digel tepeseriya berfireh û sîstimatîk a heçî cure hereketekî nerizayetiyê, xelkê Îranê bêzar kirin e.

Fesadî û dizî û talankirina heyî û serweta welat ji aliyê sipaha pastaran û demûdezgehên nêzîkî deshilatê, xwe bi berpirsyar nezanîna li hember jiyan û derbaskirina xelkê û xemsarî û bêbernameyî li hember parastina jîngehê de, bûne sedemê afirandina dehan pirskirêkên xizmetguzarî û abûrî û jîngehî li Îranê de.

Ciwanên hişyar û welatparêzên Kurdistanê!

Kevtina serhev û kelekbûna pirskirêkên komara îslamî çi li navxwe û çi li derve, ku encama bikêrnehatîbûn û şiltaxiyên desthilatdarên vê rêjîmê ye, derencamên cuda cuda bi du xwe de anîne. Li navxweye Îranê de tevgêra azadîxwazî, berdewam li geşekirin û pêşkevtinê de ye û netewên Îranê bi rijdî li hember rêjîmê de sekinîne û roj bi rojê şeqa di navbera xelkê û desthilatê kûrtir dibe. Tevgêra Jîna yê gupka nerizayetiya xelkê li hember desthilata komara îslamî bû ku Ciwan pêşeng û bizvênerê vê tevgêrê bûn.

Serhildana nifşekî nû bi paşxanekî hişmendî û şoreşvanî, ku daxwaziyên xwe bi pîvanên cîhana îroyîn û modern pênase kirine û çiyê din amade nînin desthilatekî dîktator û serberedayî qebûl bikin, bûye zewala serê komara îslamî. Ciwanên Kurd li pêvajoya tevgêra Jîna yê de, destpêşxer û pêşengên serhildana herî mezin û dirêj heyam li serdemê komara îslamî bûn û karîn bi danîna komek diruşm û nêrînekî nû, tovê hiviya geheştina bi azadî û rizgariyê li nava netewên Îranê de biçînin.

Siyaseta tevdanî û destêverdana rêjîmê li welatên herêmê de û xwe teyarkirina bi çekan û bernama navikî û herwisa gefkirin ji nirxên mirovahiyê wek dêmokrasî û mafê mirov, rengê hindê dide ku civatgeha navnetewî berbi givaşên zêdetir bo ser rêjîmê ve bibe. Netewên Îranê û bitaybetî netewa Kurd qurbaniyê sereke yê wê rewşê ne ku rêjîmê di heyamê nêzîk bi 5 dehik desthilatdariya xwe de afirandiye.

Di rewşekî wiha de ku komara îslamî li encama givaşên derekî de berbi lewazî û rizîbûnê ve diçe, derfetekî baş bo tevgêra rizgarîxwaz a gelê me tête pêş ku hewceye Ciwan weke derfet mifahê jê wergirin û jê xwedî derkevin.

Ciwanên hişyar û jîre Kurd ku baş dizanin kite riya çareseriya hemî wan pirskirêkan ku belengazî û rojreşî û bêparî lê kevtiye, sernixûniya vê rêjîmê ye, li pêxema bidestveanîna vê armancê de ji çi fidakariyekê qusûrî nekirine û nakin.

Endam û alîgirên Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê!

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê baverî bi hêza bê dûmahiye Ciwanan heye û li ser vê baverê ye Kur û Keçên azadîxwaz û welatparêze Kurdistanê li refa herî pêşiyêye xebata gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ne. Amadebûn û beşdariya berçav û bi bandore Ciwanan li çalakiyên çandî, hunerî, jîngehparêzî û yên dinê… li çarçêweya kom û civat û rêkxistinên cuda cuda de, xebata nasnamexwaziya gelê me bi avayekî berçav pêşxistiye.

Ciwanê Kurd çi li kincên Pêşmergayetiyê û di nava refa Pêşmergên Kurdistanê de û çi li xebata medeniye xwe a nasnamexwaziyê de, karîna bibne kela berxwedana Kurdayetiyê û xistina qedemaye sitemkar û dîktatoriyê.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li pêxema çêkirina pêşerojekî geş de, piştîvaniya madî û meinewî ji xebata rewa a Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê weke rêkxistinekî herî xwedî ezimûn dike û wan hay dide ku bo kar û çalakiyên nasnamexwaziyê li pêxema qahîmkirina bingeh û xîmê netewe û niştîman de berdewam bin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî