Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berqê xelk anî ser şeqaman

12:54 - 2 Îlon 2025

Li bajarê Burûcêrdê ser bi parêzgeha Luristanê, bi sedema qutbûna berqê xelk hate ser şeqaman û bi awayekî yekgirtî li rûberûyê îdareya berq a wî bajarî kom bûn û daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê kirine ku bi sedema pêdagirî û micidbûna wan, piştî çend demjimêran şirketa dabeşkirina berqa rêjîmê li parêzgeha Luristanê, bi belavkirina daxiyaniyek lezgîn ragihand ku hemû deverên bajarê Burûcirdê berq hene û ti pirsgirêk nemaye.

Ji aliyê din ve li bajarê Têhranê de bi sedema qutbûna berqê veguhastin li nav çend şeqamên bajar de rastî pirsgirêkan hatin û ne polîs hebû û ne çirayên rênîşader kar dikirin, lewma xelk bi neçarî bi xwe hatinûçon birê ve birin.

Li bajarê Bêhbehanê de jî bi sedema hatin û çona lipeyhev û guherîna voltaja berqê, li taxa “Îslamabada Sengborî”yê de agir bi malekê kevt ku bi tevavî şewitî û ji nav ço.