Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek li salvegera terora Mîkonosê û hêrîşa mûşekî a rêjîmê bo ser Hizbê û salvegera şoreşa Jîna yê li Birîtaniya pêk hat

11:56 - 23 Îlon 2025

 

Semînar bi sirûda Ey Reqîb û bîstek bêdengî bo rêzgirtin li şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bo 3 mîn salvegera şoreşa Jîna yê ji aliyê Ejîn Muderisî ve hate xwendin.

Mijarên sereke yên axivtina Dr. Aso hersêk bûyerên Salvegera şehîdbûna Dr. Şerefkendî û şoreşa Jînayê û mûşekbarana binkên Hizbê li xwe girtibûn.

Navbirî got: Li teror û kuştin û êrîşan de para şêr ber Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê de keftiye û dujmin dest ji çi cinayetekê neparastiye, lê çi cinayet û teror û kuştarekê nekariye Kurdan û şorişgêrên vê bêxe qedeman û her li meydanê dene û li ser piyan e.

Li derheq şoreşa Jîna yê de jî got: Hekî çi ev serhildan û şoreş negeheştiye armancên xwe, hewceye ku sedemên wê destnîşan bikin û bo serxistina vê gorî hewcehiyan derfetan jê re çêbikin û part û aliyên siyasî divê pêngavên micin bo geheştina wê armancê bihavêjin.

 

Ev aliyên siyasî di vê semînarê de beşdar bûn

Yekitî Niştîmaniya Kurdistanê

Tevgera Goran

Komela Zehmetkêşên Kurdistanê

Komela Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê

Sazimana Xebat

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê

Hizba Xelkê Belûçistanê