Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê mamostayekî Kurd ji zanîngehê derxist

11:58 - 23 Îlon 2025

 

Pêka raporên belavbûyî, bi sedema givaşên dezgehên ewlehî yên tepeserkere rêjîmê, Dr. Cemîl Behramî mamostayê Endazyariya Avedanî, ji karê mamostatiya Zanîgeha Kurdistan li bajarê Sinê hate derxistin.

Pêka raporên belavbûyî, navbirî bi zorê hatiye malnişînkirin û ev yeka li jêr givaşên dezgehên ewlehî de hatiye kirin û rêjîma Îranê pêş Dr. Cemîl Behramî, Dr. Bêhrûz Çemenara jî ji kar derxst.

Wan 2 mamostayên zanîngehê li gihandina hevkariya mirovî bo berketiyên erdheja Kirmaşanê û herwisa çendîn çalakiyên zanistî û hînkariyê de hevkar û xwedî rol bûne.

Piştî serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê dehan xwendekar û mamostayên vê zanîngehê li jêr nav û hêcetên çewt, ji vê zanîngehê hatine dserxistin.