Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakkirina mikanîsma maşê, dê pîşeya deryayî ya rêjîmê bêxe tengaviyan

12:00 - 23 Îlon 2025

Belavoka pisporî ya “The Maritime Executive” ku li warê pîşeya deryayî de raporên zanîstî belav dike, li raporekê de da zanîn ku dorpêçên bi sedema mikanîsma maşê dê gelek bo rêjîma Îranê dijwar bin û gemîraniya Îranê dê rastî pirsgirên gelek micid bikin.

Pêka vê raporê, şirketa gemîraniya Îranê “IRISL” û şirketên girêdayî bi vê ku zîdetir ji 115 gemî hene, dê bikevne jêr bandora dijwar a wan dorpêçan û 38 neftkêşên herî mezin ên cura “VLCC” yên şirketa millî ya neftkêşiya Îranê anku “NITC” jî dê bikevne jêr bandora dijwar a wan dorpêçan û nefta Îranê ku li wan gemiyan de ye û herwiusa veguhastiuna vê bo gemiyên din, dê rastî pirsgirêkên gelek micid bên.

Rêjîma Îranê îdia dike ku çalakkirina mikanîsma maşê, bandorek girîng li ser Îranê nîne, lê pêka belgeyên zanistî û gotinên pisporan, rêjîma Îranê dê rastî astengiyên herî dijwar bibe û paşhatên vê bo rêjîmê dê gelek giran û dijwar bin.