Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî pêdegirî li ser bewrdewamiya meyandin a Oraniyama %60 dike

11:53 - 24 Îlon 2025

Elî Xamineyê, rêberê rêjîma Îranê li axaftinekê de idia dike ku Oraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 bo werzêrî, pîşe, jîngeh û wizeyê bo Îranê hewce ye, ev yêk li halekê deye ku li piraniya wan beşan de bi tenê Oraniyoma kêmtir ji %4 tê bikaranîn û bi tenê li beşa lêkolînên zanistî yên li ceribangehên zanîngehan de Oraniyoma %20 bi awayekî gelek kêm û sînûrdar tê bikaranîn.

Elî Xamineyî di axiftina xwe de her cure danûstandinek digel Amerîka bi xisar û bêçine hesiband û got: Komara Îslamî  meyandina Oraniyomê nasekinîne û danûstandina digel Amerîka çi qazancek bo Îranê nîne tenê xisar bi dudeye.

Pêdegiriya rêberê rêjîmê li ser berdewambûna bernameya meyandina Oraniyoma %60, li halekê deye ku Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê bi rohnî ragihand ku rêjîma Îranê mezintirîn piştevanê terorîzmê ye û nabe bi ti avayekê çeka navkî hebe.

Ji aliyê din ve “Rafael Grossi” Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, ragihand ku rêjîma Îranê şiyana meyandina Oraniyomê heta tîratiya %90 heye û beşeke Oranoyoma meyandî ya %60 li ber destê rêjîmê ye û beşeke vê li jêr kawilên binkeyên bombebarankirî de maye.

Ev yeka egera êrîşkirina dubare ya Îsraîl û Amerîka bo ser binkeyên rêjîmê gelek zêde dike û ji aliyê din, rê bo dorpêçan vekirîtir dike.