Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Xamineyî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê gef li rexnegirên Belûç xwar

11:55 - 24 Îlon 2025

Mistefa Mehamî, nûnerê Elî Xamineyî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê piştî nerizayetînîşandana malbatên qurbaniyan ên “Îna bixwîn” a bajarê Zahidanê li derheq birîna sizaya 10 sal girtîgehê bo bikerên vê cinayeta hovane û axaftinên “Melwewî Ebdulhemîd” bi tundî huşdarî da ku hay ji xwe hebin û ev bi berfirehtirkirina wehma cudatîdanînê tawanbar kirin.

Herwisa nûnerê Elî Xamineyî li îdiayek çewt û bêrêzane de rû bi rexnegiran bi taybet Mewlewî Ebduhemîd de gotiye ku, hekî berteknîşandanên we wiha bin, hûn şirîkê rijandina xwîna xelkê ne” û daxwaz ji berpirsên ewlehî kir ku gelek zêdetir û micidtir, bi berdewamî haydar û hişyar bin.

Navbirî çend roj berî niha, xelkê Belûçistanê bi tundajotiya olî tawanbar kir û ev bi nexwendewar û nezan binav kiribû.