Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê toreke firotîna nefta Îranê xiste nava lîstê dorpêşan

11:23 - 3 Îlon 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Sêşemî 11ê Xermananê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku toreke şirketên gemîranî û gemiyan ku 13 şirket û 8 gemiyan li xwe digre, yên ser bi “Welîd Elsamirrayî”, tacirê Îraqî-Kîtiyayî(Dorgeyên Karaîb) û rûniştiyê Îmaratê, bi sedema firotina nefta neyasayî ya rêjîma Îranê li jêr navê nefta Îraqê, li lîstê dorpêçan, tomar kir.

“Scott Bessent” Wezîrê Xezîmnedariya Amerîkayê bi belavkirina vê daxiyaniyê, got: “Îraq nikare bibe penahgeh û sitargehek ewleh bo terorîstan, lewma Amerîka bo rawestan li hember bandor û nifûza a rêjîma Îranê li wî welatî de hewlê dide”.

Navbirî ragihand ku “Welîd ElûSamirrayî” bo firotina neyasayî ya nefta rêjîma Îranê, girûpek ji gemiyên jêr birêveberiya xwe bo tevlihevkirina nefta Îranê digel nefta Îraqê bi rêya veguhastina gemî bi gemî li kendav û wêzgehên qiraxavî yên Îraqê de bi kar tîne û taktîkên perdepoşkirina kiryarên xwe wek veguhastina metirsîdar a gemî bi gemî li şevê û destêverdan li GPS ên naskirina otomatîk û destêverdan li raporên li derheq “GPS”an, dike