
Pêka amarên xudî rêjîmê û gotina berpirsan, hêla hejariyê li Îranê de ji qasê 55 milyon Tumenî derbas bûye, li halekê de ku heqdesta kedkaran û herwisa hiqûqên karmendan ên heyvanê digel hemû zêdekariyan li jêr 17 milyon Tumenî ye.
Pêka amarekê ku belav bûye, %65 a xelkê Îranê li rewşeke herî dijwar a aborî de dijîn û nirxa hewcehiyên wek goşt ji yek milyon û 100 hezar Tumenî û nirxa sikeyek zêr ji 108 milyon tumenî derbas bûye û nirxa xwarinan û icareya xanî û malan çend qat bilintir bûne û pêka gotina berpirsên rêjîmê zêdetir ji nîveya dahata qatên hejar ên Îranê bo dabînkirina xanî û avahiyan xerc dibe.
Hejarbûna pitir a malbatên qata navendî û zêdebûna cutatiya li navbera hejar û dewlemendan li Îranê, xelk neçar kiriye ku li pey karê 2yê bin ku tevî jidestçona tendirûstiya wan, pirsgirêkên taybet bi xwe ên malbatî, hundirî û tendirustiyê li pey xwe tîne, dîsan hêj nikarin hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe dabîn bikin.
Gorî dawî nûçeyan bihayê dirafê Îranê hindî diçe zêdetir dadikeve û roja derbasbûyî yêk Dolar ji 108 Hezar tûmenî derbas bû, ev yêka jî dê rewşa jiyana xelkê dijvartir bike.