
Pêka dawî raporên belavbûyî, nirxa Dolar li bazarên Îranê de 107 hezar û 400 tumen e û bilindbûna nirxa Dolar hevdem digel pirsa mikanîsma maşê û biryara çalakkirina wan dorpêçan e û pêka gotina karnasên aborî, ev destpêka bilindbûna nirxa Dolar e û li egera çalakbûna hemû dorpêçên bo ser rêjîmê, nirxa dolar dê hêj bilintir bibe.
Bilindbûna nirxa Dolar, bilindbûna nirxa hewcehî û alavan li pey xwe tîne û xuya nîne ku bilindbûna nirxa dolar dê heta çi astekê be û vê yekê nirxa alav û hewcehiyan ku li bazaran de ji aliyê delalan ve tê diraîkirin, gelek diguhere ku tevî pirsgirêk bo xwediyên firotingehan, bo bikirên wan alav û hewcehiyan jî xerc zêdetir dibe.