
Pêka raporekê ku “Associated Press” a Amerîkayê belav kiriye, rêjîma Îranê mijûlê nûjenkirin û avakirina dubare ya binkeyên berhemanîna mûşekan e lê pirsgirêka micid a rêjîmê, jinavçona navenda berhemanîn a şewata hişik a wan mûşekan e.
Li vê raporê de hatiye ku rêjîma Îranê dixwaze xwe li hember egera êrîşkirina dubare bo ser xwe amade bike û hewla nûjenkirin û avedankirina wan navendên berhemanîna mûşekan dide.
Pêka vê raporê, mîkserên çêkirina vê şewata hişik a mûşekan ku ji aliyê Îsraîl ve ji nav çone, ji Çînê ve bo Îranê hawirde kiribûn û egera vê heye ku careke din alavên hewce bo çêkirina wan mîkseran ji Çînê ve hawirde bikin û niha li navendên bombebarankirî yên çêkirina şewata hişik a mûşekan de karê nûjenkirinê dest pê kirine.
Beranmeya mûşekî ya rêjîmê, yek ji xalên bingehîn ên pirsgirêkên rêjîma Îranê digel civaka navnetewî bi taybet Amerîka û îsraîlê ye.