Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya dabînkirina civakî rastî kurtanîn a 300 hezar milyard Tumenî ya budcê hatiye

17:11 - 25 Îlon 2025

Pêka gotina “Hesen Sadiqî”,serokê Sendîkaya Pîşkiswetan a civaka kedkarî û endamê Heyeta birêveberî ya Navenda Malnişînkiriyên Kedkarî ya bajarê Têhranê, saziya dabînkirina civakî heta dawiya sala 1404 a Rojî 300 hezar milyard Tumen bûdce kurt aniye û heta li egera vergirtina deyna erêkirî ya 186 hezar milyard Tumen a kabîneyên rêjîmê, dîsan 114 hezar milyard Tumen, bûdca vê kurt e.

Navbirî tevî huşdarîdana vê yekê daxawza dana diraf bi awayê rasterast ji çavkaniyên bacvergirtinê û hevkariya li navbera damezraweyan kiriye ku rêgirî ji hilveşîna vê sziyê bê kirin.

Malnişînkirî nigeranê vê rewşê ne ku paremana çendîn heyvî ya dirafê şirketa “Atiyê Sazan a Hafiz” ku aliyê bîmekerê dabînbkirina civakî ye neyê dan.

Malnişînkirî û karmendên din ên hikûmî û şirketên pêwemndîdar dê li vê rewşê de tûşî qeyranek mezin bibin.

Kabîneyên rêjîmê heta niha çend caran deyn ji saziya dabînkirina civakî vergirtine û ya dawiyê 40 milyard Dolar bû ku niha rêjîm înkar dike ku ev deyn ji vê saziyê vergirtibe.

Bi sedema gendeliya sîstematîk û diziya eşkere ya kabîneyên rêjîmê, ev saziya êdî nikare xizmetguzariyên xwe bi tevavî cî bi cî bike û egera îflasa vê heye.