
Roja Pêncşemî 3ê Rezbera 1404 a Rojî, Cihgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi armanca pîrozbahîkirinê, hevdêtinek digel rêberatiya nû ya Yekîtiyana Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, pêk anî.
Rêzdar “Mistefa Mewlûdî” Cihgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û berpirsê Navenda Îdarî ya Hizbê, tevî mandînebûnîkirin ji birêveberên berê yê Yekîtiya Ciwanan, pîrozbahî li birêveberiya nû ya vê rêkxiravê kir û tekezî bi ser piştevanîkirina hemûalî ya Hizba Dêmokrat ji Yekîtiya Ciwanan kir.
Rêzdar Mistefa Mewlûdî li vê hevdîtinê de hivî xwast ku Yekîtiya Ciwanan, zêdetir tekoşînê bike û erkên dîrokiye xwe bo xizmetkirin bi ciwanan û Kurdistanê bi baştirîn şêwaz, cîbicî bike.