
Wezareta derveya ya rêjîma îslamiya Îranê ragihandiye ku piştî hewla Troîkaya Ewropa bo çalakkirina mikanîsma Maşê bo vegerandina dorpêçên ragirtî yên Saziya Netwên Yekgirtî, balyozên xwe yên li Firanse, Alman û Birîtaniyayê bi armanca şêwirkariyê bo Têhranê gazî kirine.
Roja Înê 4ê Rezbera 1404 a Rojî, gelaleya pêşniyarkirî ji aliyê Rûsiye û Çînê ve bo bi paşxistina 6 heyvan a vegerandina dorpêçên Saziya Netewên Yekgirtî bi dijî rêjîma îslamiya Îranê li Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, dengê hewce bi dest nexist û bi wî awayî ev dorpêç dê careke din bi ser rêjîma Îranê de çalak bibin.
Pêka wan dorpêçan, careke din darayiya Îranê li derve dê dest bi ser de bê girtin û girêbestên serbazî(Cebilxane) digel rêjîma Îranê dê bêne sekinandin û her cure berfirehtirkirina bernameya mûşekên balistîkî yên rêjîmê dê bikeve nav wan dorpêçan.