Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm gef û givaşê dêxe ser malbatên dijbere xwe yên derveyî welat

17:23 - 27 Îlon 2025

“May Sato” Raportêra Taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li Karûbarên Mafê Mirovî li Îranê, li nûtirîn rapora xwe de tekezî kiriye ku rêjîma Îranê, çalakvan, nûçegihan û dijberên rêjîma Îranê li derveyî Îranê, bi rêya zext û azarardana malbatên wan li Îranê, dêxe jêr givaşan.

May Sato li vê raporê de rêjîma îslamiya Îranê bi berpirsê “canjidestdanên cihê şik û gumanê li girtîgehan” û “kuştina kolberan û şewatberan” nas kir û ragihand ku kêmîneyên li Îranê rastî cudatîdanînên gelek micid li warê karpêdan û hînkariyê de hatine.

Herwisa navbirî tevî huşdarîdan li derheq dijwarbûna rewşa Av ê li Îranê daye zanîn ku hişkesalî, birêveberiya şaş û veguhastina Av ê, bi taybet li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de bûye sedema koçberbûna xelkê.

Herwisa “May Sato” qutbûna berfireh a Av û Berqê li Îranê wek sedemek micid li bandordanîn li ser rewşa perwerde, tendirûstî û pîşe binav kir.