
Yêkitî û hevxebatî remza serkeftinê ye
N. Nûredîn Sofîzade
Gelek caran di dîroka xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd de, ev gotin hatiye ser zimanan ku sedemê sereke ya evê ku heya niha em Kurd negeheştine maf û azadiyê û me nekariye qedera xwe bigirne dest xwe, nebûna tebayî û yêkitiya di navbera me Kurdan û bi taybet hêz û aliyên xebatkar ên Kurd de bûye.
Hêzên siyasî û xebatkar ku bi kiryar di qada têkoşînê de ne, û renge heçî kîjan ji wan hêzan gorî felsefa avabûn û armancên xwe li ser bingeha îdolojiyekî taybet serî hildabin û dest bi xebatê kiribin, gelek ji wan dehan sale weke hêza naskirî di nava gel de xwediyê bandor û hitbara taybet bi xwe bin, mixabin heta niha heçî kîjan ji wan tenê di nava bazna îdolojî û stiratêjiya taybet bi xwe de xebitîne.
Bi wî avayî hêz û şiyana xebata gelê me etomîze bûye ku ev jî daxwaz û xweziya dijmin û dagîrkerên Kurdistanê ye.
Ger ev gotinên serve bi avayekî giştî tev hêzên Kurdî li hemî perçan de li xwe digre, hêzên xebatkar û siyasî li Rojhilatê Kurdistanê jî cuda nînin ji vê xala nerênî, û heya niha bi sedemên cuda nekarîne aliyê kêm li ser çend xalên hevpar, yêkitî û hevxebatiyekê çêbikin, ger mînakên weke Navenda Hevkarî a Hêzên Siyasiye Rojhilatê Kurdistanê jî li derbasbûyî de hebûne û gelek jî bandor hebûye û weke hêza yêkgirtiye siyasî kariye bibe sedemê dilgermî û hivya nava gel, mixabin li ber nebûna stiratêjiyekî xwedî bingeh û qahîm di navbera wan hêzên beşdar li vê navendê de, karê wê gelek dewam nekiriye.
Hekî gotî ya heya niha çoyî, êdî ço, bila hêzên xebatkar ên Rojhilatê Kurdistanê aliyê kêm bo îropêde cehd û hêza xwe bikne yêk bo çêkirina yêkitî û hevxebatiyekê, da ku hem hiviyê bi de gel, hem hêza xebatê çend qat zêdetir dibe, hem di qonaxa niha de ev yêkitî û hevxebatî ji heçî demê zedetir hewceye.
Aliyê kêm li ser hin pirsên hevpare wek, mafê çarenivîsa netewî, azadî, dêmokrasî, hilbijartina pêşerojê, rêzgirtin ji baver û cudahiyên hevdu, pirsa Xak û niştîman, û şêwazên xebatê bi dijî rêjîma dagîrker û …..
Niha bas heye ku di rojên bê de konfiransek bi beşdariya 7 hêzên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê li Alman de pêk bêt, Hizba Dêmokrat ku baverekî kûr bi yêkitî û hevxebatiya di navbera hêzên Kurdî de heye û gelek jî bo vê armancê cehd kiriye, bi çavê hiviyê ve dinêre vê konfiransê û ragihand ku encamên vê kombûnê dê mizgênîder û cihê hivya gel be.
Lewra zûbin hindî direng nebûyî