Navendên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Bokanê, bêyî pêvajoyeke yasayî û dadgehî, biryara jê sitandina kincên melayetiyê bi ser Mamoste Mela Osman Zakerî sepandine.
Li gorî raporan, tohmetên ku li dijî vê mamostayê,pêşniwêjê Mizgevta Mezin a gundê Elîabadê ya Bokanê hatiye sepandin bi sedema vê yekê bûye ku di dema şerê çil rojî de behsa mirina Ali Xameneyî nekiriye.
Ev biryara nerewa û neyasayî ji aliyê ev navenda ku rejîma Îranê jê re dibêje “Şêwreya Bilind a Rojavayê Welatê”ve û li ser bingeha dosyesazîya navendên ewlehiyê yên rejîmê hatiye sepandin.
Mamoste Mela Osman Zakerî, ku di nav xelkê herêmê de wek kesayetiyeke rêzdar û bawermend tê naskirin, berê sindoqek xêrxwaziyê ava kiribû ku bi rêya wê hevkariya nêzîkî 60 malbatên hejar dikir.
Rejîma Îranê di cihê wî de, melayekî nêzîkî desthilatê destnîşan kiriye. Welatiyên nîştimanperwer ên Elîabadê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe, rêûresima nasandina melayê nû yê hikûmetê boykot kirin.
Bi vê biryarê re, mizgeft û sindoqa xêrxwaziyê ketine bin kontrola melayê hikûmî, û malbatên kêm-dahat ên ku ji alîkariyên wê sûd werdigirtin, niha ji wan piştgiriyan bêpar mayine.