Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtîyên siyasî yên Kurd û xelkê Bokanê di bin metirsiya micid ya darvekirinê de ne

08:00 - 31 Gulan 2026

Di rojên derbasbûyî de, biryara darvekirina du girtîyên siyasî yên Kurd û ji girtîyên Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” bi navên Reouf Şêxmerûfî û Mihemed Ferecî ji aliyê Dîwana Bilind a rejîma Îranê ve hat pejirandin û ew du girtî niha di bin metirsiya cidî ya cîbicîkirina vê cezayê de ne.

Li gorî raporan, biryara darvekirina ew du girtîyên siyasî di rojên derbasbûyî yên meha Cozerdana 1405an de ji aliyê Dîwana Bilind a rejîma Îranê ve hat pejirandin û dosyeya wan ji bo cîbicîkirina vê  cezayê hatiye şandin.

Di destpêkê de, di Reşemeya sala 1404ê de, biryara darvekirina ew du welatiyan ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya rejîmê li Mehabadê ve hat dayîn. Lê piştî ku li dijî vê biryarê sikala  hat tomarkirin, dosye ji aliyê Dîwana Bilind ve hate hilweşandin û ji bo lêkolîna dubare bo  yek ji tayên  Dadgeha Şoreşê ya parêzgeha Urmiyê li bajarê Miyanduavê hat şandin.

Piştre, Dadgeha Şoreşê ya Miyanduavê careke din biryara darvekirinê bi ser wan de sepand û vê carê jî biryar ji aliyê Dîwana Bilind ve hate pejirandin.

ew du girtîyên siyasî yên Kurd niha li girtîgeha Bokanê de tên ragirtin û malbatên wan nîgeranê cîbicîkirina zû ya biryara darvekirina zarokên xwen.