Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûnên nerizayetiyê li Îranê de bi rê ve çon

11:31 - 28 Îlon 2025

Roja Şemiyê 5ê Rezberê, Pêrsonêla nexweşxaneya Rewanpizîşkî ya bi navê Razî ya Emînabadê, li ser şeqman kombûnên nerizayetî lidar xistin û ragihandin ku heyamê salekêye ku ti hiqûqek vernegirtine û daxwaza vergirtina hiqûqê xwe kirine û herwisa nerizayetiya xwe li hember neşiyan û bikêrnatina berpirsên pêywendîdar nîşan dan ku erkên xwe yên herî asayî bi cih nayînin û Pêrsonêla nexweşxanê li rewşewke dijwar de piştguh avêtine.

Herwisa kombûna nerizayetiya kedkarên pîşeyî yên girûpa Pola ya Îranê li bajarê Ehwazê, ku ev çendemîn heftî ye berdewam e û wan dirûşm dane ku sozên çewt bes in, heqdestên me bidin.

Herwisa malbatên xwendevanên beşdarîkirî li konkorê, li hember tevlihevkirina nimreya nêvincî ya xwendevanan digel encamên konkorê, tevî nîşandana nigeraniya xwe, nerizayeytiya xwe jî dane xuya.

Kedkarên pîşeyî yên Faza 14 a Parsa Cinûbî, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember sozên çewt ên berpirsan û vergirtina heqdest û zêdekariyên xwe, 2 deriyên palavtingehê daxistin û kar sekinandin û rêya çonûhatinê bo nav palavtingehê li wan 2 deriyan de daxistin.

Herwisa xwediyê nanwaxaneyan li bajarê Meşhedê li derheq nedana yaraneyan kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin. Xwediyê kamiyonan û ajotvanan li derheq ragirtina kamiyonên xwe yên li gumrikan de li rûberûyê wezareta pîşe, kangeh û ticareta rêjîmê kombûneke berfire a nerizayetiyê lidar xistin, û personelên kompaniya Çîniyê Teqdîs dest ji kar berdan û kombûna nerizayetiyê li derheq nedana hiqûqûn xwe lidar xistin.

Perestarên bajarê Refsencanê jî bi lidarxistina kombûna nerizayetiyê daxwaza vergirtina hiqûq û zêdekariyên xwe kirin.