Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dixwaze xaniyên endamên Hizbullah li Lubnanê de nûjen bike

11:40 - 28 Îlon 2025

“Elî Larîcanî” birêveberê şêwreya bilind ya ewlehiya netewiya rêjîmê li serdana xwe ya bo Lubnanê de tevî hewldan bo geşkirina agirên fitneyan li salvegera kuştina berpirên Hizbullahê de, ragihand ku rêjîma Îranê li nûjenkirin û avakirina xaniyên xisarpêketî an kawilbûyî li şerê Îsraîlê, dê alîkariyê bide û beşdariyê bike.

Li halekê de xelkê Îranê rastî dehan qeyranên mezin ên çaresernekirî bûne û nanê şevê dest beşeke zêde ji xelkê Îranê nakeve, dirafê xelkê Îranê ku bi rêyên wek bacvergirtin û hinardekirina berheman bi dest ve hatiye û hêj hezaran malbatên xisarpêketî bi sedema lehiyê û erdhejan niha jî aware û bê xanî mane, rêjîm dixwazin bo endamên Hizbullaha Lubnanê malan çê bike û serweta xelkê Îranê bo Hizbulahê xerc bike.